3 mûşek ber navendên hêzên Îranî ketine.
Li gor nûçeya çapemeniya Sûriyeyê direngiya şeva derbasbûyî balefirên şer yên Îsraîlê çend pêgehên leşkerî yên hêzên çekdar yên ser bi Îranê li parêzgeha Qoneytra kirine armanc.
Li gor çapemeniya Sûrî, 3 mûşek ber navendên çekdarên Îranî yên li Sûriyeyê ketine.
Herwiha hate zanîn jiber bordimana han agireke mezin ber wan navendan ketiye.
Heta niha derbarê kuştî anî birîndarên çekdarên ser bi Îranê ti zaniyarî nehatine belavkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin