Nabe general li ser mijarên siyasî bipeyvin.
Piştî ku hijmareke generalên teqawîd yên artêşa Tirkiyeyê li ser çê kirina kanala Îstenbûlê jiber rêkeftina Montroyê huşdarî dabûn hikûmeta Tirkiyeyê, vê carê jî hikûmet huşdarî dide generalên teqawîd.
Li gor nûçeyeke malpera ahvalnews, wezareta berevanî ya Tirkiyeyê bo bêdeng kirina generalên teqawîd û pêşî girtin ji diyar kirina nêrînan li ser mijarên siyasî, hûşdarî daye generalên teqawîd.
Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê ji generalên teqawîd re gotiye ku nabe bi ti awayî li ser mijarên siyasî bipeyvin jiber ku ev yek zirarê dide artêşa Tirkiyeyê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin