Hikûmeta Îraqê pere deyin dike

heta niha ji sedî 86ê projeyê hatiye cîhbicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Bo cîhbicîh kirina projeya elektirîkê pere tên deyinkirin.

Hewlên hikûmeta Îraqê yên bo girêdana xeta elektirîka Îraqê bi xeta elektirîka welatên Kendavê berdewamin.

Di vê çarçoveyê de rojnameya Sebah ya fermî ya Îraqê diyar kiriye ku hikûmeta Îraqê hewl dide daku xeta elektirîka giştî ya Îraqê bi xeta elektirîka welatên Kendavê girê bide.

Li gor nûçeya Sebahê, hikûmet bo cîhbicîh kirina projeya han hewl bo vê yekê dide daku ji bankaya navnetewî pereyên pêwîst deyin bike.

Heta niha hikûmeta Îraqê jî sedî 86ê projeya han cîhbicîh kiriye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.