Rayedarekî leşkerî ya Îranê dibêje emê bersifeke dijwar bidin.
Piştî gefên Serokwezîr û wezîrê berevanî yê Îsraîlê yên derbarê êrîşa Îranê ya bo ser keştiyeke Îsraîlî, Fermandarê hêzên asmanî yên ser bi artêşa Îranê Emîrelî Hacîzade weke hertim gef li Îsraîlê xwar.
Emîrelî Hacîzade ragihand ku vê Îran bersifeke tund û dijwar bide her cure êrîşeke Îsraîlê ku bo ser Îranê pêk bîne.
Nav hatî ji Îsraîlê re gotiye ku bila şaştiyeke wisa neke û êrîşî ser Îranê neke jiber ku vê bersifeke me ya dijwar jî hebe.
Weke tê zanîn beriya du hefteyan Îran li peravên Emanê êrîşî ser keştiyeke Îsraîlî kiribû û Amerîka, Brîtanya, YE û civata ewlekarî ya Netewên Yekgirtî jî Îran mehkûm kiribûn û Îsraîl jî li gor zaniyariyan dest bi amadekariyên pêwîst bo bersif dana êrîşa han kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin