Moxtar û zarokên xwe êrîşî ser karkerên Kurd kirin

êrîş ji aliyê Moxtar ve hatiye organîzekirin.
کوردستان TV
100%

Êrîş duhê pêk hatiye.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê li gundê Take ya li Çorumê, hijmareke din Tirkên neteweperest bi Serokatiya Moxtarê gundê êrîşî ser hijmarek karkerên Kurd kirin.

Neteweperestên Tirk û moxtarê gundê û zarokên wî jî di nava wan de bûne, bi kêran êrîşî ser karkerên Kurd yên xelkê Urfayê kirine.

Di encama êrîşa han de çend karkerên Kurd ku piraniya wan jinin birîndar bûne.

Weke tê zanîn hefteyek beriya niha li Qonyayê jî êrîşî ser malbeteke Kurd hate kirin û di encam de 7 endamên malbetê hatibûn kuştin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.