Êrîşî karwaneke hevpeymanan hate kirin

heta niha ti aliyek berpirsiyartiya êrîşê li estû negirtiye.
کوردستان TV
100%

Ti zirarên canî yên êrîşê nebûne.

Li gor çapemeniya Îraqê îro başûrê parêzgeha Zîqarê bombeyeke vedayî bi karwaneke hêzên hevpeymanan re teqiyaye.

Li gor çapemeniya Îraqê di encama teqîna han de yaku karwaneke veguhastina locistîkî ya hevpeymanan kiriye armanc ti ziranên canî çê nebûne lê zirarên madî hene.

Heta niha ti aliyek berpirsiyartiya êrîşa han li estû negirtiye.

Weke tê zanîn niha li Îraqê zêdetir ji 3 hezar hêzên çekdar yên hevpeymanan hene ku 2 hezar û 500 wan yên Amerîkî ne û Amerîka jî berpirsiyartiya wan êrîşan dixe stûya çekdarên Îraqî yên ser bi Îranê.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.