Serokkomarê Efganistanê ser rewşa welat Amerîka tawanbar dike

dibêje em hewl didin heta 6 mehan rewşê kontrol bikin.
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî ser rewşa ewlekariyê ya welat ya ‘’xirab’’ dibe Amerîka tawanbar kir.

Ganî da zanîn ku jiber ku Amerîka ‘’ji nişka ve’’ biryara vekişînê daye rewşeke wisa çêbûye û diyar kir ku hikûmet hewil dide ku heta şeş mehan ewlekariyê bixe bin kontrola xwe.

Amerîka plan dike ku heta Îlonê leşkerên xwe ji Efganistanê bi temamî vekişîne, û Talîban ji biryara Washingtonê vir ve li welêt pêşde diçe.

Ganî li parlamanê got:  Ew rewşa niha jiber ku yekîneyên navneteweyî ji nişka ve vekişîne çêbûye’’

Wî da zanîn ku ew di sê mehên dawî de bi rewişeke ku ew ne li bendê bûne rûbirû mane.

Serokkomarê Efganistanê bi berdewamî got ku hikûmet dixwaze ku heta 6 mehan rewişê kontrol bike û dîyar kir ku Amerîka piştgirîyê dide planê.

Ganî herwiha dîyar kir ku Talîbanê êrîşên xwe yên dijî jinan û bizavkarên civaka sîvîl zêde kirine.

Talîbanê tawanbarkirinên Ganî red kirin. Berdevikê Talîbanê Zabîhulah Mucahîd ji Twitterê dîyar kir ku ‘’Derew doma hikûmeta Ganî dirêj nakin.’’ û da zanîn ku dewra wî temam bûye.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.