Beriya 38 salan ev tawana han hatiye kirin.
Beriya 38 salan di roja 31ê Tîrmeha 1983an de rejîma besê ya Îraqê di çarçoveya tawanên xwe yên li dijî gelê Kurd de, bi hezaran Barzanî bo başûrê Îraqê veguhast û pişt re jî tevahiya wan bi zindî binax kir û enfal kir.
Ev tawana han ya hovane tenê jiber vê yekê hatiye kirin ku ew Kurd bûne.
Di tewana han ya hovane de herî kêm 8 hezar Barzanî hatine enfalkirin, ev tawana han bû destpêka tawanên mezintir yên ku derheqê geê Kurdistanê de hatine kirin.
Li gel destpê kirina proseya reş ya enfalê, prosesa şewitandin û wêrankirina Kurdistanê jî ji aliyê rejîma Besê ve destpê kir û di encam de bi hezaran gund û deverên Kurdistanê jî hatin wêrankirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin