Têde behsa diyaloga steratejîkî navbera Amerîka û Îraqê dike.
Partiya demokrata Kurdistanê îro daxuyaniyeke rojnamevanî bo raya giştî belav kir û têde behsa encamên diyaloga steratejîkî ya navbera Amerîka û Îraqê kiriye.
PDK diyar kiriye ku weke hêzeke Îraqî bi erênî û girîngî li rêkeftin û encamên diyaloga steratejîkî ya navbera Îraq û Amerîkayê dinêre.
PDK herwiha ragihandiye ku bi girîngî li berdewamiya hevkariya steratejîkî ya navbera Îraq û Amerîkayê ku dibe sedema nehêştina aloziyan li deverê dinêre.
PDK herwiha daxwaz ji tevahiya aliyan kiriye daku pêbendî rêkeftinan û cîhbicîh kirina rêkeftinan bin daku pêşî ji alozbûna rewşê were girtin.
PDKê di dawiya daxuyaniya xwe de pêbendiya xwe bi xalên nava rêkeftina steratejîkî diyar kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin