Tenê ji Ereban pêk tê.
Li gor zaniyariyên berdest, Amerîka mişxûlî ava kirina hêzeke nû ya çekdariye li Sûriyeyê.
Malpera Plenglish belav kiriye ku beriya çend rojan hijmareke zêde rayedarên leşkerî yên Amerîkî serdana navçeya Qehtaniye, Hebîs û Neîmiye kirine û li gel Serok eşîrên wan deveran civiyane.
Çavkaniyê ev yek belav kiriye ku rayedarên leşkerî yên Amerîkî di civînên xwe yên li gel Serok eşîrên deverê de daxwaz ji wan kiriye ku ciwanên xwe bişînin nav ev hêza nû yaku Amerîka bo wan ava dike û mûçeyeke baş jî dide wan.
Hin jêder behsa vê yekê dikin ku armanca Amerîkayê ji vê pêngavê eve daku dawî bi nerazîbûna wan Serok eşîran li dijî Amerîkayê bîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin