Hejmara pêketiyên vîrusa korona nêzî 195 mîlyonî dibe. Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê 194,729,113 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketiyan nêzî 35 mîlyonan e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 31 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi nêzî 20 mîlyon pêketiyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4,167,758 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 610,952 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 550,502 mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 104,713 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.
Ji voayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin