Li parêzgeha Selahedînê ev êrîş pêk hatiye.
Çapemeniya Îraqê belav kir ku, direngiya şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li parêzgeha Selahedînê êrîşî ser xaleke polîsan yaku zirêvaniya bîrên petrolê dikir, kirine.
Li gor çapemeniya Îraqî, ev êrîş bo ser bîra pertolê ya Acîl ya li Rojhilatê parêzgeha Selahedînê pêk hatiye û pevçûn di navbera terorîstên DIŞIê û hêzên polîs de bi qasî 30 deqîqeyan berdewam bûye û pişt re terorîst bo cîheke nediyar reviyane.
Hate diyarkirin ku ti zirarên canî û madî yên vê êrîşê nebûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin