Vê care li nêzî sînorê Tirkiyeyê sere.
Li gor jêderên nûçeyan di navbera Ermenistan û Azerbaycanê li herêma xweser ya Nexcewanê ya li nêzî sînorê Tirkiyeyê ji duhê bişev ve şer û pevçûnên dijwar destpê kirine.
Wezareta berevanî ya Azerbaycanê dibêje Ermenistan dest bi êrîş û topbaran kirina deverên di destê artêşa Azerbaycanê de kiriye.
Li hember de jî Ermenistan behsa vê yekê dike ku ev pevçûn jiber hewlên Azerbaycanê yên bo çê kirina aloziyan destpê kiriye û li hermber vê yekê jî Azerbaycan berpirsiyare.
Ji aliyeke din ve pispor behsa vê yekê dikin ku ev pevçûna han beşeke ji pilana Tirkiyeyê bo derfet çê kirinê bo avakirina kirîdoreke Tirkî di navbera Azerbaycan, Tirkiye û Nexcewanê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin