Merkel: Emê li hember tundiya xwezayê rawestin

gelek zirarên canî û madî yên lehiyê hebûne.
کوردستان TV
100%

Serdana cîhê lehiyê kiriye.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel di dema serdana xwe ya bo cîhê ku lehî têde rabûye û zirarên mezin yên canî û madî li pey xwe anî bû gotarek pêşkêş kir.

Angela Merkel di gotara xwe de ragihand ku Almanya welateke bihêze û dikare li hember tundiya xwezayê raweste.

Merkel herwiha diyar kiriye ku lazime têkoşîna dijî guhertina keş û hewayê bileztir were domandin.

Weke tê zanîn beriya çend rojan li Almanyayê lehî ra bibû û bi sedan kes canê xwe ji dest dabûn û bi sedan kesên din jî birîndar û wenda bibûn.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.