Li Dêrsîm jî bi qasî 30 rojan qedexe hate ragihandin.
Di çarçoveya biryarên walîtiyên bajarên bakûrê Kurdistanê de, walîtiya Dêrsîmê jî biryarek daye û ragihandiye ku bi qasî 30 rojan li Dêrsîmê organîzekirina her cure çalakiyekê hatiye qedexekirin.
Sedema biryarê weke parastina aramiya bajêr hatiye bilêvkirin.
Duhê jî di vê çarçoveya han de qedexeya heyî ya li bajarê Wanê bo meheke din hate dirêjkirin.
Li Colemêrgê jî dîsa qedexeya organîze kirina çalakiyan hatiye dirêjkirin.
Weke tê zanîn ev zêdetir ji 5 salane, li piraniya bajar û bajarokên bakûrê Kurdistanê qedexeya giştî û qedexeya qismî heye û car car jî rayedar dibêjin sedema qedexeyê operasiyonên dijî pkk û car car jî dibêjin sedema qedexeyê parastina ewlehiyê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin