Xeta elektirîka Kurdistan, Îraq û Tirkiyeyê bihev re tê girêdan.
Wezareta elektirîkê ya hikûmeta Kurdistanê ragihandiye ku beriyaniha Îraq elektirîk ji Tirkiyeyê dikirî lê ev elektirîka han bi rêya xeta Kurdistanê bo Îraqê dihat veguhastin û ev yek jî bibû sedema bargiranî li ser xeta elektirîka Kurdistanê.
Li gor daxuyaniya wezaretê, niha kar li ser rakêşana xeteke 400KV di navbera Îraq, Kurdistan û Tirkiyeyê de tê kirin û bi vê rengî xeta elektirîka wan sê welatan bihev re tê girêdan û bargiraniya ser xeta elektirîka Kurdistanê jî namîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin