Beriya niha jiber Koronayê derî hatibûn daxistin.
Sala derbasbûyî jiber belav bûna Koronayê Îraq deriyên xwe bo hatina bewermendên olî yên ku dixwestin ziyareta cîhîn pîroz yên olî bikin, daxistibû.
Îro wezareta rewşenbîrî û torîzmê ya Îraqê raghand ku deriyên sînorî yên Îraqê bo hatina bawermendên olî bo ziyaret kirina cîhên pîroz yên olî vekirîne.
Li gor daxuyaniya wezaretê, bawermend ji welatên din yên cîhanê dikarin bi liber çav girtina şîretên tendirostî, serdana cîhên pîroz yên olî yên li Îraqê bikin.
Hikûmeta Îraqê ji roja înê ve ( dû roj beriya niha) deriyên xwe yên sînorî bi taybetî balefirxaneya Besreyê bo hatina bawermendan vekiriye. Tê gotin ku ev biryara han jî vê bibe sedema baştir bûna rewşa abûriya Îraqê jiber ku salane gelek bawermend ji welatên curbicur yên cîhanê serdana cîhên olî yên pîroz li Îraqê dikin.
Weke tê zanîn ji meha Adara 2020an ve ev derî jiber Koronayê hatibûn daxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin