Biden û Kazimî 26 mehê dicivin

behsa têkiliyên navbera Amerîka û Îraqê dikin.
کوردستان TV
100%

Koşka Spî di vê derbarê de daxuyanî daye.

Li gor nûçeyeke çapemeniya Îraqê, Koşka Spî derbarê civîna çaverê kirî ya navbera Serokê Amerîka û Serokwezîrê Îraqê de daxuyaniyek weşandiye û têde dema civînê diyar kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku vê Serokê Amerîkayê Jeo Biden û Serokwezîrê Îraqê roja 26ê Tîrmehê li Washîngtonê bicivin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Biden hêvî dike Amerîka bikarêbe têkiliyên xwe yên li gel Îraqê di her warî de pêş de bibe.

Ji aliyeke din ve vê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di wan rojan de serdana Amerîkayê bike û li gel Serokê Amerîkayê Jeo Biden bicive.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.