Li Îraqê 30 kesên din canê xwe ji dest dan

hijmara herî zêde ya berketî û miriyan li Bexdayê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.

Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên nû yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê 9 hezar û 337 kesên din bi Koronayê ketine û di nava heman demê de jî 30 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Hijmara herî zêde ya berketiyan di nava 24 seatên derbasbûyî de li Bexdayê hatiye tomarkirin ku nêzî hezar kesan e.

Herwiha hijmara herî zêde ya miriyan jî her li Bexdayê hatiye tomarkirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.