Di civînê de behsa metirsiyên DIŞIê hate kirin.
Piştî nîvroya îro çarşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya G Cîgirê Fermandeyê hêzên hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê eneral Richard Bell û şandeke li gel kir.
Di civînê de pêşketinên dawî yê şerê terorê û gef û metirsiyên DIŞIê li Iraq û Sûriye, alîkarî û hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê û erkê hevpeymaniya navdewletiya dijî DIŞIê giftûgo kirin û nirxandina rewşê kirin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasî piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ya ji bo Iraq û herêma Kurdistanê li şerê dijî DIŞIê de kir û balkêşande ser girîngiya rahênan û meşqpêkirina Pêşmerge ya ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve kir.
Ji aliyê xwe ve General Bell xweşhaliya xwe ji bo alîkarî û hemehangiya hêzên wan ya li gel aliyên peywendîdarên li Iraq û herêma Kurdistanê nîşan da û hemahengî û alîkariya di navbera Pêşmege û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna DIŞI bi pêwîst zanî.
Her du alî li ser girîngî û pêwîstiya alîkarî û hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo nehiştina yek carekiya DIŞI û alîkarî û hevbeşiya bi navê dabînkirina aramiya li Iraq û navçeyê de hevra bûn.
Bi destkarî ve ji SHK hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin