Dibêje rê nadin berbijêrên me karên xwe bikin.
Dezgeha hilbijartinê ya partiya demokrata Kurdistanê derbarê amadekariyên xwe yên bo hilbijartinan daxuyaniyek weşandiye.
Di daxuyaniya dezgeha hilbijartinê ya PDKê de hatiye diyarkirin ku li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê aliyên fermî û ne fermî gelek astengiyan ji wan re çê dikin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de dezgeha hilbijartina PDKê diyar kiriye ku li wan deveran, rê nadin Berbijêrên PDKê kar û çalakiyên xwe yên hilbijartinê bikin û li gel şêniyên deverê bicivin.
Weke tê zanîn biryare di dawiya meha 10an de li Îraqê hilbijartinên pêşwext werin kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin