Zêdetir ji 9 hezar kesên din bi Koronayê ketine.
Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di nava 24 seatên derbasbûyî de 9 hezar û 149 kesên din bi Koronayê ketine û di heman demê de jî 44 kesên din canê xwe ji dest dane.
Wezareta tendirostî herwiha eşkere kiriye ku di nava heman demê de 7 hezar û 98 kes jî baş bûne.
Heta niha li Îraqê 1 miliyon û 438 hezar û 511 kes bi Koronayê ketine û 17 hezar û 592 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin