Roja şemî li sînorên Baneyê kuştine.
Li gor nûçeya navenda mafên mirovan ya Hengawê, roja şemî çekdarên rejîma Îranê li sînorên bajarê Bane li Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî ser karwaneke din ya Kolberên Kurd kirine.
Li gor Hengawê di encama êrîşa han de Kolberekî Kurd bi navê Hamîd Emînpûr temen 47 sal canê xwe ji dest daye.
Li gor şahêdên bûyerê ku ji Hengawê re axefîne, roja şemî çekdarên Îranê seat derdorê 4ê êwarê êrîşî ser Kolberan kirine û sê gule ber Hamîd ketine û Hamîd canê xwe ji dest daye û kesûkarên wî jî duhê karîne cenazeya wî ji cîhê bûyerê vegerînin.
Hate zanîn ku nav hatî xelkê bajarê Seqize û bavê 6 zarokane.
Weke tê zanîn roja şemî li sînorê Urmiyeyê jî dîsa Kolberekî din bi destê hêzên rejîmê hatibû kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin