Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Amerîkayê civiya

Amerîka hêlbirîna xwe li Kurdistanê zêdetir dike.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê kir û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye:

Îro yekşem 11ê Tîrmeha 2021an me pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Palladino kir.

Di civînê de ku Konsulusê berê yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller jî têde beşdar bû, me jiber destbikar kirina wî weke Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê pîrozbayî li Robert Palladino kir û amadebûna xwe jî bo her cure hevkarî û hemahengiyeke pêwîst diyar kir, herwiha me spasiya Konsulusê giştî yê berê jî kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya xwe ya nû de jê re xwest.

Konsulusê giştî yê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê tekez li ser vê yekê kir ku herêma Kurdistanê, hevpeymaneke steratejîkî ya Amerîkayê ye li deverê de û welatê wî berdewam dibe li ser piştgîrî kirina herêma Kurdistanê bi taybetî hêzên pêşmerge û got: Kar dikin bo pere pêdana zêdetir ya hêlbirîna Amerîkî li herêma Kurdistanê de.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî, hilbijartinên pêş yên Îraqê û diyaloga steratejîkî ya Amerîka û Îraqê û girîngiya beşdarî kirina çalakane ya herêma Kurdistanê di diyaloga han de çend mijarên din yên civînê bûn.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.