Amerîkî daxwaza bersifa bilez dikin

dibêjên lazime bilez bersifeke dijwar were dayîn.
کوردستان TV
100%

Zextên zêde li Serokê Amerîkayê dikin.

Li gor nûçeyeke rojnameya Polîtîco, Amerîkî daxwaza bersifa bilez û dijwar bo wan êrîşên çekdarên ser bi Îranê yên li Îraqê ku hêzên Amerîkî dikin armanc dikin.

Rojnameyê belav kiriye ku Amerîkî bo bersifdana bilez gelek zext li Serokê vê welatî Jeo Biden dikin û daxwazê jê dikin ku bilez bersifeke dijwar bide wan êrîşan.

Li gor rojnameya navhatî, endamên civata Pîran ji her du basikên Komarî û demokrat, rexne li helwêsta hikûmeta welatê xwe ya li hember êrîşên han kirine û daxwaz kirine ku bilez û bi dijwarî bersifa wan êrîşên komên çekdar yên li Îraqê bidin ku hêzên Amerîkî dikin armanc.

Endamên civatê herwiha daxwaz ji Biden kirine daku steratejiyeke rastîn ya bo bersifdana bilez diyar bike û bilez jî steratejiya han cîhbicîh bike.

Weke tê zanîn ev demêke ku êrîşên ser hêzên Amerîkî li Îraqê zêde bûne û komên çekdar jî gef li Amerîkayê dikin ku eger hêzên xwe ji Îraqê nevekêşe vê êrîşî ser wan bikin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.