Li Rojavayê Îraqê êrîş pêk hatiye.
Li gor zaniyariyên berdest, îro li Parêzgeha Enbarê ya li Rojavayê Îraqê, dîsa êrîşî ser karwaneke hêzên hevpeymaniya cîhanî hatiye kirin.
Şahêdên bûyerê behsa vê yekê dikin ku êrîş bi rêya bombeyeke vedayî pêk hatiye û ti zirarên êrîşê çê nebûne.
Heta niha ti aliyek berpirsiyartiya êrîşê li xwe negirtiye.
Weke tê zanîn ev demêke ku êrîşên dijî hevpeymaniya cîhanî û hêzên Amerîkî li Îraqê zêde bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin