DIŞI taktîkên xwe yên êrîşan guhertiye

DIŞI bi zanebûn êrîşî ser xetên elektirîkê dike.
کوردستان TV
100%

Di hefteyekê de ev cara dudiyane êrîşî ser xetên elektirîkê dike.

Li gor zaniyariyên berdest duhê terorîstên DIŞIê dîsa bi awayeke hevdem êrîşî ser xeta veguhastina elektirîkê ya di navbera Kerkûk, Mûsil û Selahedînê de kirine.

Wezareta telektirîkê ya Îraqê diyar kiriye ku duhê terorîstên DIŞIê dîsa êrîşî ser xeta veguhastina elektirîkê ya li sê parêzgehan kirine û elektirîka wan her sê parêzgehan qut kirine.

Wezareta elektirîkê herwiha diyar kiriye ku di nava hefteyekê de ev cara dudiyane ku terorîstên DIŞIê li Îraqê de êrîşî ser xetên veguhastina elektirîkê dikin.

Ji aliyeke din ve jî pisporên leşkerî behsa vê yekê dikin ku terorîstên DIŞIê taktînên êrîşên xwe guhertine û bi zanebûn bo ku xelkê rastî zirar û kêşeyan bibe êrîşî xetên veguhastina elektirîkê dikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.