Ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatiye revandin.
Peyamnêrê Kurdistantv yê li deverê ragihand ku direngiya şeva derbasbûyî li nêzî kûreyên geçê (kîrêjê) li Mexmûrê terorîstên DIŞIê welatiyekî Kurd bi navê Hekîm Îsmaîl revandine.
Peyamnêrê me eşkere kiriye ku, welatiyê han şivan bûye û terorîstên DIŞIê bi şev êrîşî ser mala wî kirine.
Heta niha çarenivîsa welatiyê han nediyare.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin