Lêkolîn li ser êrîşên ser navenda Eyn Esed dike.
Îro sêşem şandeke leşkerî ya Îraqê bi Serokatiya Cîgirê Fermandarê operasiyonên hevbeş Ebdulemîr Şemerî serdana parêzgeha Enbarê kir.
Armanc ji serdana şanda han ya leşkerî, lêkolîn kirin li ser êrîşên duhê bi şev û rojên derbasbûyî yên bo ser navenda leşkerî ya Eyn Esede.
Tê payîn şand vê lêkolînek jî li ser rewşa ewlekarî ya vê parêzgehê bike.
Weke tê zanîn duhê duşem bi 6 mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê hatibû kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin