Li Sineyê du welatiyên din ji aliyê îtlaatê ve hatin girtin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, di çarçoveya operasiyonên hêzên rejîma Îranê yên li dijî welatiyên Kurd de, duhê li gundê Şiyan ya ser bi bajarê Sineyê ve, hêzên îtlaatê operasiyoneke din lidar xistine.
Di encama operasiyona han de du welatiyên Kurd bi navên Necat Ezîzî 22 û Behzad Muhemedî 33 sal, ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatine girtin.
Hheta niha sedema girtina wan welatiyan nehatiye zelalkirin û çarevnivîsa wan jî nediyare ku kes nizane gelo li kûderêne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin