Teqîn li nêzî stasiyoneke gazê ya Azerbayicanê çê bûye.
Li gor jêderên nûçeyan duhê bişev teqîneke mezin li behra Xezerê çê bûye.
Her çend sedema teqînê nehatiye zanîn lê tê gotin ku teqîn jiber agir girtina gazê çê bûye.
Teqîn 10km nêzî duyem mezintirîn stasiyona gaza xwezayî ya Azerbayicanê çê bûye.
Kompaniya petrolê ya Azerbayicanê jî diyar kiriye ku teqîn di nava keştiyan de pêk nehatiye û 10 kêm nêzî duyem stasiyona gaza xwezayî ya Azerbayicanê ya bi navê Omîd çê bûye.
Derbarê zirarên teqînê de heta niha zaniyariyên berfire nehatine belavkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin