Xwepîşanderan rêyên hatûçûyê daxistin.
Îro hijmareke zêde ji şêniyên parêzgeha Kerbelayê, li dijî xerab bûna rewşa jiyanê li vê parêzgehê û nebûna xizmetgozariyên seretayî li dijî hikûmetê xwepîşandaneke mezin organîzekirin.
Xwepîşander daxwaz kirin ku rewşa jiyanê li vê parêzgehê were baştirkirin, xizmetgozariyên weke av, elektirîk, xizmetgozariyên tendirostî û paqêjiyê ji wan re werin pêşkêşkirin.
Herwiha daxwaza afirandina derfetên kar bo ciwanan û şêniyên parêzgehê kirin.
Xwepîşanderan di xwepîşandana xwe de rêyên serekî yên hatûçûyê yên li vê parêzgehê daxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin