Amerîka 3 navendên xwe yên leşkerî vala dike

ekîpmanên nava wan navendan vediguhêze Urdinê.
کوردستان TV
100%

Hêzên xwe ji Qeterê dibe Urdinê.

Li gor nûçeyeke çapemeniya cîhanî, Amerîka biryar daye daku 3 navendên xwe yên leşkerî yên mezin li Qeterê dabixe.

Çapemeniya cîhanî behsa vê yekê kiriye ku wezareta berevaniya Amerîkayê bi biryara Serokê Amerîkayê Jeo Biden, sê navendên xwe yên leşkerî li Qeterê dadixe û ekîpmanên nava wan navendan vediguhêze Urdinê.

Ji aliyeke din ve wezareta berevaniya Amerîkayê jî diyar kiriye ku di çarçoveya biryara Serok de, meha derbasbûyî du ji wan navendan hatine daxistin û ekîpmanên nava wan navendan bo Urdinê hatine veguhastin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.