Siûdiye deriyên xwe bo çar welatên din daxist

cureya deltayê li cîhanê bilez belav dibe.
کوردستان TV
100%

Jiber Koronaya nû ya cureya Deltayê deriyên xwe daxistiye.

Hikûmeta Siûdiyeyê belav kiriye ku jiber pere sendina belav bûna cureya nû ya Koronayê yaku bi Delta tê nasîn, deriyên xwe ber welatiyên 4 welatan daxistiye.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Siûdî, welatiyên her yek ji Îmarat, Etyopiya, Vietnam û Efxanistanê nikarin biçin Siûdiyeyê.

Siûdiye di meha Sibatê de jî deriyên xwe bo welatiyên 20 welatên din jiber Koronayê daxistibû.

Heta niha li Siûdiyeyê bi giştî 490 hezar û 464 kes bi Koronayê ketine û 7 hezar û 848 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Weke tê zanîn cureya nû ya Koronayê yaku bi Delta tê nasîn cara ewil li Hindistanê hatiye dîtin û niha li gelek welatên cîhanê belav bûye.

N: E.G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.