Li Swîsê hatibû lidarixstin.
Konferansa lihev hatinê ya bo Lîbyayê yaku li Swîsê hatibû lidarxistin, bêyî bigehêje ti encamekê bi dawî hat.
Di konferansê de nîqaş li ser afirandina derfeteke qanûnî bo hilbijartinên parlemen û hikûmetê li Lîbyayê hatibû kirin, lê nîqaş bê bigehêjin ti encamekê bi dawî hatin.
Di civîna han de yaku pêwîst bû 3 rojan bidome, jiber negehêjin bi lihev kirinekê, rojeke din jî dom kir û aliyên beşdar karîn komîteyeke bi navê komîteya lihev kirinê ava bikin.
Di civîna han de yaku Netewên Yekgirtî jî weke organîzator beşdare, biryar hatiye dayîn daku di payîzê de bo dom kirina nîqaşan careke din civîneke din were lidarxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin