Zirarên gelek mezin yên madî li pey xwe aniye.
Birêveberatiya polîsê jîngeh û daristana parêzgeha Silêmanî belav kiriye ku piştî agehdar kirina wan li dor hebûna agireke mezin li sînorên gundê Bahêzava ya ser bi navçeya Gapîlon ya li parêzgeha Silêmanî, hêzên wan karîne bilez bigehêjin deverê.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku hêzên hawar hatinê yên Silêmanî, Mawet û Şarbajêr bi hevkariya şêniyên deverê karîne agirê temrînin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di encama şewatê de herî kêm 10 çêlên welatiyekî ji nav çûne, 30 çêlên din jî şewitîne û birîndar bûne, herwiha 1500 cûckên mirîşkan jî bi temamî şewitîne û zêdetir ji 80 donim daristanên deverê jî di encama şewatê de ji nav çûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin