Biden: Emê bersifa her cure êrîşekî bidin

dibêje çend caran Îran hatiye hayedarkirin ku piştîvaniya wan çekdaran neke.
کوردستان TV
100%

Dibêje vê bi tundî bersifa her cure êrîşeke çekdarên Îranî yên li Îraqê bidin.
Rayedarekî Amerîkî diyar kiriye ku Serokê Amerîkayê Jeo Biden biryare daye daku hêzên leşkerî yên Amerîkî bersifa her cure êrîşeke çekdarên Îranî yên li Îraqê li dijî hêzên Amerîkî bidin.
Ew rayedarê Amerîkî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike li ser zarê Biden ji Rojnameya The Washington postê re gotiye ku Serokê Amerîkayê biryar daye daku ti êrîşeke çekdarên Îranî yên li Îraqê li dijî hevpeyman û hêzên Amerîkî bê bersif nemîne.
Li gor gotinên rayedarê han, Amerîka bi rêya kanalên dîplomatîkî hayedarî daye Îranê daku piştîvaniya wan çekdarên Îraqî neke.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.