Sedî 80 karên projeyê hatine cîhbicîhkirin.
Wezareta elektirîkê ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku bo zêdetir kirina asta berhem anîna elektirîkê li Kurdistanê de hikûmeta Kurdistanê berdewame li ser hewldanên xwe û di vê çarçoveyê de sêyemîn projeya haidro pawer tê cîhbicîhkirin.
Li gor daxuyaniya wezaretê, heta niha ji sedî 80 karên projeyê hatine cîhbicîhkirin û proje heta dawiya îsal temam dibe û bi temam kirina projeyê 37 mgavatên din yên elektirîkê zêde dibe û bi vê rengî jî kêşeya elektirîkê li Kurdistanê de tê çareserkirin.
Ev proje li geliya Reşafe ya li Dêrelokê li parêzgeha Dihukê hatiye çêkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin