Rûsye li dijî manora han radiweste.
Rixmî nerazîbûn û huşdariyên Rûsyeyê yên li dor organîze kirina manoreke leşkerî ya deryayî ya li behsa spî, îro ev manora han destpê kir.
Manor bi pêşengiya Amerîkayê hatiye organîzekirin û hijmareke zêde ji welatên endam di NATO de û Ukrayna jî di manorê de beşdarin.
Di manora han de yaku navê vê Sea Breeze 2021 ji 31 welatan zêdetirî 5 hezar leşker, 32 keştiyên cengî û 40 balefirên şer beşdarin.
Biryare manora han heta du hefteyan berdewam bike.
Rûsye jî çend caran dijatiya xwe ya li hember organîzekirina vê manorê li behra spî diyar kiriye û daxwaz kiribû ku neyê organîzekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin