Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 14 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi korona ketine, 9 mêr in û 5 jî jin in û li van herêman in:
Hesekê: 6
Qamişlo: 4
Dêrik: 2
Reqa: 1
Kampa Holê: 1
Bi vî awayî hejmara pêketiyên korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 18 hezar û 490 kesî, ji wan 763 kesan jiyana xwe ji dest dane û û hezar û 865 kes jî baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin