511 kesên din bi Koronayê ketine.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên nû yên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 511 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 255 kese.
Wezaretê herwiha eşkere kiriye ku di nava heman demê de 456 berketiyên berê jî baş bûne û 8 berketî jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Kurdistanê bi giştî 183 hezar û 580 kes bi Koronayê ketine û 4 hezarû 458 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin