Efrîn ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve tê talankirin.
Piştî dagîr kirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve, prosesa guhertina demografiya vê bajarê Kurdistanî destpê kir û hîn jî berdewame.
Li cem ku prosesa guhertina demografiyê didome, artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê jî berdewamin li ser dizîn û talan kirina Efrîn û mal û milkên Efrîniyan.
Di vê çarçoveyê de hate zanîn ku di nava çend rojên derbasbûyî de artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê li devera Mabeta ya Efrînê zêdetir ji hezar û 500 dar zeytûnin din qut kirine û birine Tirkiyeyê.
Rixmî wan liv û tevgerên talan kirin û dizî kirinê jî, prosesa revandina şêniyên Efrînê û azad kirina wan li hember vergirtina pereyan ji aliyê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve berdewame.
Weke tê zanîn Efrîn di 18ê Adara 2018an de ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatibû dagîrkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin