Dibêje Tirkiye hevkariya Eniya Tehrîr Şam dike.
Wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey lavrov di nameyekê de ku bo Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî nivîsandiye, behsa rewşa Sûriyeyê û şandina hevkariyên însanî bo Sûriyeyê kiriye.
Lavor di nameya xwe de nivîsandiye: Nabe hevkariyên însanî yên ku bo Sûriyeyê tên şandin bi rêya Tirkiyeyê werin şandin, jiber ku Tirkiye çavên xwe li liv û tevgerên terorîstên eniya ehrar Şam digire û hevkariya wan dike.
Lavrov herwiha eşkere kiriye ku beriya niha çend caran hevkarî hatine şandin lê Tirkiye û terorîstên ehrar Şam nehêştine ev hevkariyên han bigehêjin cîhê xwe lewre lazime NY hişiyar be ku rê nede ji niha û pêde hevkariyên Însanî bi rêya Tirkiyeyê werin şandin û ji bilî Tirkiyeyê gelek rêyên din hene ku mirov dikare hevkariyan bişîne ji Sûriyeyê re.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin