Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir

behsa rewşa giştî ya deverê kirin.
کوردستان TV
100%

Roja duşem li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew H. Tueller û şandeke li gel da kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û metirsî û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê hatin nirxandin.

Herwiha Balyozê Amerîka pirse û sersaxiya xwe bi Serok Barzanî gihand ku ji bo şehîdbûna wan Pêşmergeyên ku li dema derbasbûyî de bi destê çekdarên PKK hatibûn şehîdkirin û tekez li wê yekê kir ku ji bo welatê wan, aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê giringiyeke xwe ya taybet heye û Herêma Kurdistanê mînakeke ji bo aramî û geşbûniya beşên dinê Iraqê ye.

Her di vê hevdîtinê de hengavên yekxistin û rêkxistina Pêşmerge û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û her wiha danîna navendên hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî ya ji bo rûbirûbûna gefa terorê bilind hate nirxandin.

Asta zanîngehên Herêmê û hewlên ji bo pêşxistina zanîngehên Herêmê û bandora wan ya li paşeroja Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê civînê bû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.