Serokwezîrê Kurdistanê li ser hesabê xwe yê fermî ev daxuyanî belav kiriye.
Îro çarşem 16ê Hezîrana 2021an me Serokatiya civîna civata wezîran kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, rixmî diyar kirina pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi qanûna proje bûdceya fedralî, tekez kirina hikûmeta fedralî ya li ser cîhbicîh kirina proje qanûnê û şandina para bûdceya herêma Kurdistanê bilind hate nirxandin.
Di berdewamiya civînê de me destxweşî li şanda danûstandinkar ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku bi awayeke serkeftî kariye erên xwe bicîh bîne û bi her awayî berevanî ji maf û şayîsteyên darayî yên herêmê kiriye. Hêvî dikin ev rêkeftina han bibe sedema baştir bûna rewşa darayî ya herêma Kurdistanê.
Di beşeke din ya civînê de me balkêşande ser serdana şanda bilind ya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo her du welatên Belcîka û Yûnanê û diyar kirk u berpirsên bilind yên wan her du welatan, amade bûna welatên xwe bo domandina hemahengî û piştîvanî kirin ji karnameya reforman ya hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir û bi çaveke girîng li pêgeha herêma Kurdistanê dinêrin û weke faktereke girîng ya aramiyê li deverê de dinirxînin.
Pişt re Cîgirê Serokwezîrê û endamên şanda danûstandinkar ya herêmê, behsa pêşhatên dawî yên danûstandinê li gel wezaretên têkildar yên hikûmeta fedralî kir bi taybetî danîna mekanîzma cîhbicîh kirina madeya 11 an ya proje destûra fedralî ya bo sala 2021an.
Di beşeke din ya civînê de wezîrê darayî û abûrî Awat Şêx Cenab jî zaniyariyên pêwîst li ser amadekariyên dawî yên amade kirina bernivîsa proje bûdceya herêma Kurdistanê bo sala 2021an.
Di beşa dawî ya civînê de me giftûgo derbarê rêkxistina dema kar kirinê li dezgeh û îdareyên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û biryar hate dayîn daku hefteya pêşiya me dema kar kirinê li dezgeh û navendên hikûmetê were normalkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin