Civîna wan duhê bi dawî hatiye.
Welatên endam yên di koma G7an de, civîna xwe ya dawî di roja 11ê Hezîranê de li Brîtanyayê lidar xist.
Di civîna han de yaku du rojan dom kiriye û duhê bi dawî hatiye nîqaş li ser çend mijarên girîng weke metirsiyên bazirganî yên Çînê yên li ser abûriya wan welatan hatiye kirin.
Her di heman civînêde biryar hatiye dayîn daku welatên endam di G7 de bi qasî 1 miliyar doz vaksînên dijî Koronayê pêşkêşî welatên hejar bikin.
Herwiha biryar hatiye dayîn daku bi organîzatoriya tîmeke pispor ya ser bi Netewên Yekgirtî lêkolîneke berfire li ser çavkaniya Koronayê û çawetiya belav bûna Koronayê were kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin