Êrîşî ser balefirxaneya Bexdayê hate kirin

dibêje yek ji dorneyan hatiye xistin.
کوردستان TV
100%

Bi sê dorneyan êrîş pêk hatiye.

Komîteya ragihandinê ya şer ya ser bi Fermandariya giştî ya operasiyonên Îraqê ragihand ku duhê bi şev komeke derqanûnî bi mûşekên katûşiya êrîşî ser navenda Beled ya li parêzgeha Selahedînê kirine.

Komîteya han eşkere kiriye ku heman koma derqanûnî piştî êrîşa ser navenda Beled bi sê dorneyan jî êrîşî ser balefirxaneya Bexdayê kiriye.

Komîteyê eşkere kiriye ku yek ji wan dorneyan ku êrîş pêk aniye hatiye xistin û pişt re jî derbarê çarenivîsa 2 dorneyên din jî vê zaniyarî bo raya giştî werin belavkirin.

Komîteyê derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nedane.

Balefirxaneya Bexdayê jî têde navendeke leşkerî heye ku taybete bi hêzên Amerîkî.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.