Êrîşî ser navenda leşkerî ya Beled hate kirin

derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
کوردستان TV
100%

Bi katûşiyayan êrîş pêk hatiye.

Li gor zaniyariyên berdest, direngiya şeva derbasbûyî kes û aliyên nenas bi mûşek êrîşî ser navenda leşkerî ya Beled ya li parêzgeha Selahedînê kirine.

Her çend heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine weşandin lê tê gotin ku zirarên madî yên êrîşê hene.

Navenda leşkerî ya Beled navendeke hevbeşe ku têde hêzên Amerîkî û Îraqî dimînin.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.