Fermandarê hêzên Qudis li Bexdayê ye

behsa aloziyên navbera hikûmet û heşda şebî tê kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel rayedarên leşkerî û siyasî yên Îraqê dicive.

Çavkaniyeke nediyar ji çapemeniya Îraqê re ragihandiye ku îro çarşem Fermandarê giştî yê hêzên Qudis yên Îranî Îsmaîl Qaanî bi serdaneke ji nîşkava gehêşteiye Bexdayê.

Çavkaniya han diyar kiriye ku vê Îsmaîl Qaanî li gel rayedarên siyasî û leşkerî yên Îraqê û Fermandarên heşda şebî bicive û behsa çend mijaran bike.

Çapemeniya Îraqê ev yek belav kiriye ku vê Qaanî li gel heşda şebî û rayedarên siyasî yên Îraqê behsa alozî û nakokiyên vê dawî yên di navbera hikûmet û heşda şebî de jî bike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.