Konsulusê Yûnanê serdana wezareta pêşmerge kir

daxwaz ji Yûnanê hatiye kirin daku hevkariya hêzên pêşmerge bike.
کوردستان TV
100%

Li gel wezîrê pêşmerge civiya.

Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşandiye û têde belav kiriye ku îro şandeke Konsulusxaneya Yûnanê ya li Hewlêrê bi Serokatiya Konsulusê Yûnanê Stafors Krimis serdana wezareta pêşmerge kiriye.

Di civînê de behsa çend mijaran bi taybetî şerê dijî DIŞIê, rewşa hêzên pêşmerge ya di warê perwerdehî û reformên nava wezareta pêşmerge de hatiye kirin.

Her di heman civînê de wezîrê pêşmerge jî daxwaz ji Yûnanê kiriye daku beşdarî prosesa reforman nava wezareta pêşmerge bibe û hevkariya hêzên pêşmerge bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.